
PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt do gotibû, “Şert û mercên jiyanê li kampan gelekî xerab û xeternak in. "Ev zarokên Norwêcî demeke dirêj e di kampan de dijîn, ku divê tu zarok lê nemîne."
Du xwişkên bi eslê xwe ji Somalî ne di dawiya sala 2013an de bi awayekî neqanûnî ji Norwêcê derketin. Xwişk wê demê 16 û 19 salî bûn. Piştre her du jinên ciwan tekez kirin ku ew çûne Sûriyê ji bo tevlî şerê li dijî rejîmê bibin.
Îro ji wan her du jinên biçûk, 25 û 29 salî, keçek û ya mezin jî du keçên wê hene. Li gorî rojnameya Norwêcî Verdens Gang, her sê keç ji zewaca diya xwe ya bi endamên DAIŞê re çêbûne.
Her du jin û zarokên wan li Kampa Roj a Herêma Cizîrê ya Rojava ku endamên malbatên çekdarên DAIŞê lê ne, tên girtin.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve tekezî li ser wê yekê kir ku "her du jinan daxwaza alîkariyê ji bo vegerê kirine, ji ber ku dizanin wê piştî hatina Norwêcê bên girtin."
Hate diyarkirin ku zêdetirî 2 hezar kes li Kampa Roj mane.