image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Îslahê kir û di hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew piştgiriyê li hersê daxwazên Serok Barzanî ji hikûmeta nû ya Iraqê, dikin.

Serok Barzanî li Selahedîn, pêşwaziya Seyîd Emmar Hekîm û şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Îslah kir.

Di hevdîtinê de şanda mêvan, rol û pêgeha Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê li dîrokê de û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê bilind nirxand û tekez kir ki Iraq pêwîstî bi vekirina rûpeleke nû ya peywendiya dostane li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de heye û pêwîste kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêne çareserkirin.

Her wiha ragihand ku wan berê jî tekez kirine piştevaniyê li wan sê bingehan dikin ku Serok Barzanî wekî bingeheke peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de nasandiye, ku ji tifaq û şirîkatiya rasteqîne û hevsengiyê pêktê.

Di civînê de Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina şanda mêvan, ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û bi şanda mêvan ragihand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye, ewê li cem me girînge doza rewaya gelê me û çareserkirina wan binpêkirinan ku li berê de beranber mafê rewayên gelê me hatiye kirin, ji bo ewe jî pêwîste mekanîzmeke rûn û mîsogerê pabendbûna bi şirîkatiya rasteqîne û tifaq û hevsengiyê hebê.