image

PeyamaKurd- Komîsyona Referandûm û Hilbijartinê Ya Kurdistanê ya Bilind û Azad encamên hilbijartina 30ê Êlûnê tesdîq kirin. Li gorî encaman, PDK bû partiya yekemîn.

Di derbarê encamên hilbijartinê de Serokê Komîsyona Hilbijartinê Hendren Muhammed daxuyaniyek da û got ku li 96 navendan 119 deng hatine betalkirin. Li gorî encamên fermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi 45 kursiyan bû yekemîn. YNK jî bi 21 kursiyî bû duyemîn.

Tevgera Gorran 12 kursî standin, Tevgera Nifşê Nû jî 8 kursî girtin.

Li gorî van encaman di parlamentoya Kurdistanê de 45 parlamenter wê PDKê temsîl bikin.