
PeyamaKurd- Li Silêmaniyê ji ber îtîrazan sandoq careke dî hatin vekirin û deng jî dîsa hatin hijmartin. Lê belê vê carê encamên hijmara dengan gelekî cuda bûn. Li gorî van encaman YNKya ku di 12ê Gulanê de bi ferqeke mezin bûbû partiya yekemîn, vê carê bû partiya duyemîn. PDKya ku bûbû partiya 5emîn jî vê carê bû partiya 3yemîn.
Di 119 sandoqan de bi destan deng hatin hijmartin. Li gorî van encaman partiya Goran bû yekemîn, YNK duyemîn, PDKê sêyemîn, Nifşê Nû çaremîn, Komel pêncemîn, Edalet û Demokrasî şeşemîn û Yekgirtû jî heftemîn.
Li gorî encamên 12 Gulanê ku digotin hîle tê de heye, dengên partiyan li Silêmaniyê wiha bûn:
YNK: 262 hezar û 128
Goran: 149 hezar û 930
Nifşê Nû: 61 hezar û 638
Komel: 49 hezar û 343
PDK: 46 hezar û 567
Edalet û Demokrasî: 44 hezar û 978
Yekgirtû: 29 hezar û 161
Parlamentoya Iraqê di 6ê Hezîranê de biryar standibû ku dengên hilbijartinê, careke dî werin hijmartin.