image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di helîkoptera 15ê Adarê de, 9 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê helîkoptera ku êvariya 15ê Adarê li gundewarê parêzgeha Duhokê ketibû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di yekemîn daxuyaniya Yekîneya Antî-Teror a Kurdistanê ya têkildarî bûyerê de hat gotin, helîkopterek ketiye xwarê û di encamê de hin kesên ku hatine diyarkirin PKKyî ne jiyana xwe ji dest dane."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 17ê Adarê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku 2 helîkopter ketine û 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kariye piştrast bike ku helîkopterek ketiye û 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, “Helîkopterên navborî bêyî ku agahiyê bidin rayedarên herêmê, di navbera Rojava-Silêmaniyê de digeriyan.”

Di daxuyaniya ku bi navê “Yek aliyek li Silêmaniyê bi dizî û nefermî navbeynkariya têkiliyên di navbera HSD û PKKê de kiriye û gelek caran alîkariyên curbicur pêşkêşî kiriye” de, di daxuyaniyê de hatiye gotin, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê destûr ji Hevpeymaniya Navdewletî û Iraqî standiye. Hikûmetê ji bo ku helîkopterên navborî li esmanê Herêma Kurdistanê bifirin û jê xwest ku eşkere bike ka kî berpirsê vê rewşa neqanûnî ye.

ÇI BİBÛ?

Hat ragihandin ku 15ê Adarê saet 20.40an de li gundê Berkiyat ê girêdayî navçeya Çemanke ya Duhokê helîkopterek ketiye.

Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, rayedarên Herêma Kurdistanê pêwendî bi hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Tirkiyê re kirine, lê bersiva wan hatiye ku ew helîkopter ne ya wan e.

Di lêkolînên ewil de hat tesbîtkirin, helîkopter ji cureya Eurocopter AS350 e û hemû kesên tê de mirine.

Hat diyarkirin kesên di helîkopterê de PKKyî ne.

DAXUYANİYA HSDê

Di daxuyaniyê de HSDê wiha got: “Êvara 15ê Adara 2023an 2 helîkopterên ku şervanên me tê de bûn, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê dema derbasî Silêmaniyê dibûn, ketin xwarê. 9 şervanên me bi pêşengiya fermandarê Yekîneyên Antî Terorê Şervan Kobanî şehîd bûn.