
PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew destekê didin peymana di derbarê budçê ya navbera Erbîl û Bexdayê. Encumen bang li grûbên Kurd yên parlementoya Iraqê kir û ji wan xwest ku mafên Kurdistanê yên qanûnî û darayî biparêzin.
Encumena wezîran îro bi serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiya û digel wan cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî jî hebû. Di civînê de hem behsa budçê û hem behsa îxracata petrola Kurdistanê hebûn tevî bi hewlên Bexdayê.
Hevdîtinên budçê yên li Bexdayê wê siba an ku 8 ê Hezîranê seet di 13.00an de destpêdike. Li gor ragihandina parlementoyê; wê budça ku ji aliyê komisyona darayî, plandana stratejîk û komisyona Xizmeta federal de hatiye amadekirin ya salên 2023, 2024 û 2025a ne. Budçe roja pênşemê dikeve ber dengdanê. Di budça giştî ya Iraqê de para Kurdistanê %12.67 e.
Komîsyona Bexdayê bi budçê leyîstibû û Kurd nerazîbûna xwe aşkera kiribûn. Bi taybetî li ser xalên 13 û 14 ê. Li ser guherandinê grûbên Kurd terka parlementoyê kiribûn.