
PeyamaKurd – Di erdheja ku li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) pêk hat de hejmara birîndaran derket 165an.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Muhemed Sadiq Mutedediyan parêzgarê Azerbaycana Rojava ragihand, ji 165 kesên ku di erdheja bi lerza 5.6 ya bajarê Xoyê de birîndar bibûn, 139 kes piştî midaxeleyên ewil hatin derxistin û yên din jî tên dermankirin.
Ji aliyê din ve Rêveberê Giştî yê Weqfa Niştecihbûnê ya Azerbaycana Rojava Cafer Berzegar ragihand, li 10 gundên bajarên Salmas û Xoyê 80 niştecihan ziyan dîtine.
Do danê sibê saet di 06:46an de li bajarê Xoy bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê li bajarên Xoy û Salmasê 82 kes birîndar bûne.
Bajarê Xoy jî di 28ê Çile de bi pileya 5.8 erdhejek pêk hat. Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1167 kes jî birîndar bûn.