
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di merasima danîna esasê xaniyên afetê yên Semsûrê (Adıyaman) de axifî. Erdoğan got:
“Em ê li Semsûrê li dora 50 hezar û li gundên wê 23.640 xanî ava bikin. Jimara wan avahiyan ku me pêvajoya wan daye destpêkirin gihaye 56 hezar û 323 xaniyan. Li nav bajêr an li gundan, ew hemwelatiyên ku xaniyên wan hilweşyane an xaniyên wan zerara mezin dîne, em ê wan mexdûr nekin. Hun Bay Kemal nasdikin. Hewceye ez tiştekî bêjim? Di vê meha Remezan a pîroz de, bi agahiyên şaş û xeberan çi dibêje? ‘Em ê bibin desthilat û wê her tişt belaş be.’ 11 şaredariyên te yên mezin hene, gelo xwe gihandin Adıyamanê?”
Şaredariyên AKP ê ji roja ewilî de bi şaredaran re li vê derê ne.”