image

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwende paytextê Tirkiyê, Enqerê.

Siba li Tirkiyê di Kulliya Serokomariyê de merasîmeke fermî wê were kirin.  Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê beşdarî vê merasîmê bibe. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 9ê Temûzê de di Meclîsa Gel a Bilind a Tirkiyê (TBMM) de sûnd bixwe û bibe serokê Tirkiyê yê “Sîstema Nû”.

Piştî hilbijartina 24ê Hezîranê li Enqerê di kulliya Serokomariyê de merasîmeke fermî wê were kirin û Tirkiye wê derbasî sîstema nû bibe.