image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew ê serdana herêma erdhejê bike.

Erdogan bi telefonê li malbata Parlamenterê AKPê yê Semsûrê Yakup Taş ê ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest da geriya, sersaxî xwest û sebir xwest.

Erdogan di hevdîtinê de wiha got: "Serê me sax be, Xwedê sebrê bide wan. Ez hêvî dikim Rebbê me birayê min Yakup û xanima wî weke şehîd qebûl bike. Ji hemû malbata Taş re sersaxiyê dixwazim. Ez hêvî dikim ku ez biçim serdana Heremê jî. Ez ê li Semsûrê jî bisekinim. Xwedê alîkariya me bike. Sibê ez ê dest bi ziyaretê bikim."

Ji ber erdheja Mereşê, li 10 parêzgehan rewşa awarte ya 3 mehan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Tê payîn ku biryara OHALê ji bo 10 parêzgehan li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bê dengdan.