image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ûmîd Mihemed  ragihand, ku bi biryareke hikûmeta Iraqê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê facebook hatiye astengkirin û eşkere kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewl tên dayîn.

Ev çend roj in li gelek parêzgehên Iraqê li hember kêmbûna xizmetguzariyan xwepêşandan tên kirin. Hikûmeta Iraqê ji bo pêşiya belavbûnba xwepêşandanan bigre, biryara ragirtina internet û facebookê da.

Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ûmîd Mihemed ragihand: “Ji bilî facebookê, hikûmeta Iraqê ji bo qutkirina xetên înternetê jî guvaşan dike.”

Hikûmeta Iraqê îro danê sibê xetên înternetê yên piraniya bajar û bajarokên Iraqê qut kiriye û daxwaz dike li tevahiya Iraqê internet were sekinandin.

Ûmîd Mihemed herwiha got: “Ev qutkirina înternetê demkî ye û em hewl didin biryar li Herêma Kurdistanê neyê cîbicîkirin û demek ji ya din zûtir vebe.”