image

PeyamaKurd – Yek ji nivîskarên Rojnameya Yenîçagê Orhan Ûgûroglû îdia kir ku AKP beriya hilbijartinê li dijî Rojava amadekariya operasyoneke leşkerî dike.

Uğuroglu di gotara xwe de wiha got, "Dorgehên leşkerî yên pêbawer û çavkaniyên nêzî qesrê îdia kirin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telîmat daye Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ku 'ji bo operasyona leşkerî ya li ser sînor amade bibin.' Li gorî çavkaniyên nûçeyan, armanca artêşa Tirk wiha ye; Kobaniyê û herêmên Minbic û Tel Rifat ên li rojavayê Firatê ne."

Ûgûroglû gotara xwe wiha domand:

“Li gorî agahiyên ku min bi dest xistine; Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, ji bo sewqiyata herêmên operasyonê yên muhtemel ên bejahî û esmanî, lez dan amadekariyan.

Tê çaverêkirin ku wê Kobaniyê ku li ser xeta sînor a operasyona leşkerî ye, Minbic û Tel Rifat ên rojavayê Firatê jî bike armanc.

***

Li gorî agahiyên ku min bi dest xistine, beriya hilbijartinê ne tenê li Bakurê Sûriyeyê, li Bakurê Iraqê jî operasyoneke leşkerî ya derveyî sînor tê plankirin.

Qerta dawî ya Erdogan: Li Sûriyeyê operasyona leşkerî"