image

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên Îtalya yên li Iraqê Firançesko Pirinçipe bi sedema wezîfa wî ya li Iraqê qediya, seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Di seredanê de serokwezîr Barzanî sipasiya xwe bo hukumeta Îtalyayê ragihand û got ku di şerê li dijî IŞİD ê de hukumeta Îtalyayê desteka mezin daye Pêşmergeyên Kurdistanê û bo fermandar generalê Îtalyayê bo Firançesko Pirinçipe, di jiyana wî ya ji niha û pê de serkeftinê xwest.

General Pirinçipe bo xatirxwestinê seredana Barzanî kir û behsa têkilî û dostaniya Îtalya û Kurdistanê ya dîrokî kir û got Kurdistan bo penaberan lîmaneka saxleme û weka navenda etnîsîte, ol û pêkhateyên cuda ye.