image

PeyamaKurd - Necmedîn Kerîmê Parêzgerê rewa yê bajarê Kerkûkê ku heta 16ê Cotmehê li ser kar bû û endamê polîtburoya YNKê bû ragihand, ewên ku Kerkûk firotin dê di dîrokê de navê wan bi reşî bê nivîsandin. Herwaha dibêje her pêwîstbû ji ber alîgir û girseya YNKê jî lêkolîn li ser wê xiyanetê hatiba kirin.

Necmedîn Kerîm di hevpeyvîna ku li gel BasNewsê hatiye kirin de der heqê 16ê Cotmehê de wiha dibêje: ‘’Ewên ku destê wan di vî karî de hebûn û bûn sedema 16ê cotmehê, îro dixwazin wê şikest û winda kirina xwe ya li Kerkûkê bi tiştên din veşêrin. Wekî ku li Kerkûkê di hilbijartinê de serkeftine, yan jî bi navekî din kar dikin, lê herkesek baş dizane ku ew helbijartin çawa bûye.’’

Herwiha Kerîm got: ‘’Bi çi sozê jî be Kerkûk hate firotin.’’ Karê ku li wî bajarî hate kirin ‘’tewaneke mezin e û di dîrokê de jî dê her bimîne dê her bê gotin ka wê rojê de çi hatiye kirin.’’

Necmedîn Kerîm rexne li serokkomarê Iraqê Fuad Masûm kirin:  ‘’Pêwîstbû hatiba ser televîzyonê û gotiba, karekî wiha hatiye kirin, lê ne yasayî ye û ne destûriye. Bila wê demê parlamentoyê ew ji kar dûrxistiba, ew jî dê biba cîhê serbilindiyê. Lê diyare erk û payeya wî ji bo wî girîngtir bû.’’

Necmedîn Kerîm got, pêwîstbû YNKê ji bo bawerî daba girse û alîgirên xwe û rêz ji qurbaniyên Pêşmerge re bigre, pêwîstbû lêkolînên cidî li ser 16ê cotmehê kiriba û ewên ku berpirsin û dibe ku pare wergirtibin, yan soza hin tiştan ji wan re hatibe dayîn, li gel wan pêwîstbû lêkolîn û lêpirsîn hatiba kirin. Û got: ‘’Heta ev neyê kirin, ez beşdarî tu civîneke YNKê nabim.’’

Necmedîn Kerîm got: ‘’Ew ên di nava 16ê cotmehê de bûn, navê wan di dîroka Kurdistanê de dê bi reşî bê nivîsandin.’’