image

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, di civîneke rojnamevanî de got, rewşa Hewlêrê ber bi karesatê ve diçe û ew dê îşev ji bo biryar û tedbîrên nû li hemberî vîrusa koronayê bicivin.

Parêzgarê Hewlêrê û Jûra Operasyona Parêzgeha Hewlêrê serdana Komîteya Tenduristî û Zanistî ya rûbirûbûna vîrusa korona û tenduristîya giştî ya Hewlêrê kir.

Parêzgarê Hewlêrê piştî serdanê di civîna rojnamevanî de got: “Alîyên peywendîdarên Tenduristîyê bi eşekere bi me re ragihandin ku, rewşa Hewlêrê ber bi karesatê ve diçe û daxwazîya wan ew bû, divê rêkarên tund bigirîn ber, heke na di hefteyên dahatî de rewşa Hewlêrê ber bi karesatê ve diçe.”

Firset Sofî ragihand ku îşev Jûra Operasyona Hewlêrê dê bicive û ji bo bersivdana Fermangeha Tenduristîya Hewlêrê wê biryarên pêwîst bidin.

Parêzgarê Hewlêrê da xuyakirin, her biryarekê bidin, delîve tê dayîn bi hemwelatîyan daku qelebalixî durist nebe û hinek cihên girîng bo jîyana hemwelatîyan dê vebûyî bimînin û daxwaz ji hemwelatîyan kir, hevkar û piştîvanên wan bin ji bo serkejtina rêkaran.

Firset Sofî da diyar kir ku xêrxwazekî 300 hezar Dolar ji bo parêzgeha Hewlêrê terxan kirîye bo rûbirûbûna Koronayê û wan biryar daye wî pereyî pêşkeşî Tenduristîya Hewlêrê bikin daku wekî alîkarî ji karmendên tenduristiyê yên li hemberî koronayê têdikoşin bê dabeşkirin.

Sofî da ragihand ku li pişka çavdêrîya hûrî li nexweşxane ya Rizgarî ya bajarê Hewlêrê tenê 18 amarên taybet bi henasedana destkir hene, rewşa Tenduristî û jêrxana tenduristîya xwe ji ber teşenekirina zêdetira koronayê nagire.

Parêzgarê Hewlêrê got, tevaya bazgehên Hewlêrê bi temamî dê bên daxistin û bila kes xwe li rê nede ji bo hatinê û ne jî ji bo derketina ji Hewlêrê.

Li gorî amarên dawî 720 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyên Hewlêrê di bin çavdêrîya pizîşkî de ne û heta niha 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.