image

PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romanowski, îro 30yê Gulanê li Bexdayê li ser mijara veguhestina malbatên Iraqî yên li Hola kampê civiyan.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin û her du aliyan behsa veguhestina malbatên Iraqî ji Hola kampê bo kampeke taybet li Iraqê kirin.

Hat diyarkirin, her du aliyan guftûgo li ser civîna dahatû ya Hevpeymaniya Navdewletî kir ku wê bi beşdariya wezîrên derve yên welatên endam li Erebistana Siûdî were lidarxistin.