
PeyamaKurd – Gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku di çend salên dawî de, ava wê pir kêm bûye rûbirûyî hişkbûna bi temamî bûye.
Tevî ku 7 sal li ser soz û qewlên berpirsên Îranê yên projeya rizgarkirina Gola Urmiyê de derbas bûne jî xelkê deverê dibêje, niha rewşa golê di bin gefa hişkbûna yekcarî de ye.
Beriya niha rejîma Îranê hejmarek proje ji bo zindîkirina Gola Urmiyê ragihandibûn, lê tevî ku her sal hişkbûn û kêmbûna avê didome jî heta niha ti pêngavek nehatiye avêtin ku salane 40 cm ava golê kêm dibe.
Wezareta Enerjiyê Îranê ragihandiye ku bi sedema kêmbûna asta ava bendavan di heyama îsal de rijandina avên bendavan bo gola Urmiyê hatiye sekinandin ku jî dihêle ku di havîna Îsal de asta avê bigihîje 1270.22an û beşa başûr ya golê bi yekcarî ziwa bibe.
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku bi hişkbûna gola Urmiyê re, wê zêdetirî 10 miliyar ton xwê weke bahoza xwê li ser dever û xelkê bibare û ev bixwe jî kirîzeke din e ku rewşa jiyana 15 miliyon kesan dixe metirsiyê.