image

PeyamaKurd- Orhan Mîroğlu, parlementerê Mêrdînê yê AKPê ye lê di ser hesabê wî yê Tweeterê de hinek peyam hatin belavkirin ku ecêbe. Di ser hesab de tê gotin ku piştgiriya namzedê HDPê Selahattin Demirtaş bikin û ne heqqê Demirtaş e ku di zîndanê de be. Di serî de peyam bi temamî weha ye:

“ ‘Ne heqqê Selahattin Demirtaşe ku di zîndanê de bimîne’ û paşî peyameka weha hat belavkirin: ‘Bo aramî, hûzûr û selametiya Tirkiyê divê HDP barajê derbas bike. An wê çûna çiya bo gêncan bibe bijarteyeka mafdar.’ “

Paşî di ser hesabê Mîroğlu de peyameka weha hat weşandin:

“Di ser hesabekî sexte de navê min tê bikaranîn û tweet tên şandin. Baweriya xwe bi wan neynin. Ez ne namzetim lê parlementerim. Bo partiya min biserbikeve li bajarê xwe dixebitim. Ew kesên ku karê wan rezîliye helbet wê li ser rezîliya xwe dewam bikin.