image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li deşta Nînowa di navbera Mûsil û Teleferê de goreke komî hatiye dîtin.

Beşa Pêwendiyên Giştî û Ragihandinê ya Rêveberiya Şehîdan a Parêzgeha Nînowayê ragihand, li gundê Edîl ê navbera Mûsil û Teleferê ku dikeve rojavayê parêzgehê goreke komî ya ku tê de termê 600 kesan hebûn hatiye dîtin.

Hîn nasnameyên qurbaniyên ji wê gorê derxistine nediyar e, lê belê tê gotin ku ew goreke dema şerê DAIŞê ye.

Heta niha li Nînowa û Şingalê 72 gorên komî hatine dîtin ku termên zêdetirî hezar kesan ji wan hatine derxistin. Hat zanîn ku ew gor hemû yên sala 2014 ne ku di dema hatina DAIŞê de hatine vedan û piraniya qurbaniyan jî Kurdên Êzidî bûn.