
PeyamaKurd – Serokê Samaritan's Purse Franklin Graham ragihand ku li Rojhilata Navîn li kêm welatekî çanda pêkvejiyanê heye û Herêma Kurdistanê di mijarê de mînak e. Franklin Graham, ji bo K24 ê ragihand ku li Rojhilata Navîn li kêm ciyan grûb an neteweyên ku baweriyên wan ji hev cudane, bi hevre dijîn û dibe ku herêma Kurdistanê di mijarê de bibe mînak. Graham weha got:
“Gelek başe ku Herêma Kurdistanê girîngiyê dide çanda pêkvejiyanê û deriyê xwe ji bo herkesî vekiriye. Herêma Kurdistanê dikare li ser welatên cîran û neteweyên din bandorê bike da ew jî girîngiyê bidin pêkvejiyanê. Ji bo li Herêma Kurdistanê bijîn, ji gelek deverên din mirov tên li Kurdistanê dijîn. Ez gelek razî û dilxweşim ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji herkesî re vekiriye.”