
PeyamaKurd – Bi sedema tedbîrên li hemberî belavbûna şewba vîrusa koronayê li navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê gundek hat karantînakirin û ji hatûçûnê re hat girtin.
Qeymaqamtîya navçeya Geverê ragihand, bi sedema vîrusa koronayê û berdewamkirina pişkinînên wê nexweşiyê gundê Şakîtan hatiye karantînakirin û ji çûnûhatinê re hatiye girtin.
Li gorî zanyariyên muxtarê gund Bedirxan Oguz dane, li gundê Şakîtan bi zorekekê re vîrusa korona derketiye, ji ber wê jî pişkînên li ser xelkê gund berdewam dikin û çûnûhatina gund jî ji aliyê cendermeyan ve hatiye girtin.