image

PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li Xaneqînê Cemîl Îbrahîm eşkere kir, hêzek bi navê Hizbullahê rêkirine Xaneqînê û rojane jî bi wesayîtên cam reş tên nav bajar, nav bazarê û metirsiyê ava dikin.

Rêveberê kar yê rêveberiya Xaneqînê Cemîl Îbrahîm ragihand: ‘’Berî heftiyekê hêzek bi navê Hizbullah ji Xaneqîn re hatiye rêkirin, li pişt taxa Melikşa û nêzîk taxa Bextiyarî ya Xaneqînê sê xanî kirine binkeyên xwe.’’ Herwiha got: ‘’Ew hêz bangeşeyê dike ku serbixwe ne, lê di rastiyê de ser bi milîsên Heşdî Şebî ne û rojane jî bi wesayîtên camreş ên leşkerî ve metirsiyê nav bajar ava dikin û tên nav bajêr û di nav bazarê de dizivirin û guh nadin tu kesê.’’

Herçend berî naha asayîşa YNKê bangeşe dikirin ku vegeriyane nav Xaneqînê, lê Cemîl Îbrahîm dibêje: ‘’Asayîşa YNKê tu desthilata wê tuneye û rola parastina Xaneqînê ne di dest wan de ye. Ji ber nikarin xalên kontrolê daynin û li dû terorîstan nikarin bigerin. Hikûmet jî çi bixwaze bi rêya polîsê federal û Heşdî Şeibî ve dike.’’

Cemîl Îbrahîm ragihand: ‘’Piştî bûyerên 16ê cotmehê yên sala borî heta naha, Xaneqîn tu aramiyek nedîtiye û valatiyek ewlehiyê heye, lê êdî em nizanin armanca hikûmeta Iraqê hema ew e ku rewş hema wisa bimîne, yan jî nikarin kontrol bikin.’’