image

PeyamaKurd- Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, tevli bernameya televîzyona Foxê bû û bersiva pirsan da. Bilgen got; eger Muharrem İnce bimîne tûra duyem, em ê piştgiriya wî bikin. Eger Meral Akşener bimîne, em ê piştgiriya wê bikin.

Ayhan Bilgen weha got: “ Pêşbirka me bi desthilatê re ye. Em li kolanan yariyeka weha dikin; di vê hilbijartinê de mîlyonek ray bidin me. Eger namzetên muxalefetê bimînin tûra duyem, em ê 6 mîlyon ray bidin wan.”

Li ser pirsa ku ev soz, bo Meral Akşener jî dibe an na de got: “Belê. Em di vê mijarê de zahf zelalin. Bo me siyaseta di ser şexsan de bêkirin rast nîne. Rejîma bi yek mirovî, bo temamê namzetan şaş e. Her kî be jî, divê em li hemberê derên.”