image

PeyamaKurd- Di meclisa Tirkiyê de, di dema ku li ser qanûna înfazê dihat axaftin, parlementerên HDP ê destên xwe li ser maseyan xistin û teklîfa qanûnê protesto kirin. HDP yî gotin:

 “Korona ferqê naxe nav zîndaniyan”, “Di înfazê de wekhevî û bo herkesî edalet”,”mirov bi înfaza wekhev dijî”.

Partiya CHP ê jî bo qanûna dedikeve îtîrazê kir. Ji parlementerên CHP ê Tezcan got ku bila mehkûmên siyasî jî bên efûkirin. Tezcan got ku ev efûya taybete ne ya giştiye û weha dewam kir:

“Herkes dizane ku ev efûya taybete lê AKP dibêje ev ne efûye tenzîma înfazê ye. Hun me dixapînin? Têgeheka ku dibêje bila girtiyên siyasî neyên efûkirin, bila di zîndanê de ji koronayê bimrin, li ku dimre bila bimre, kesên tecawuzkar û çete efû dikin û dixwazin ew tecawuzkar û çete derên derve.”