image

PeyamaKurd – Desteya Rêvberiya HDPê li ser destdanîna ser 5 şaredariyên din ên HDPê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir, ew amade ne ji bo hilbijartinan heger Erdogan jî amade be bila pêşî li deverên qeyûm danîne hilbijartin bê kirin.

Di daxuyaniya HDPê de, tê gotin ku ew ji her cure hilbijartinan re amade ne û ti rewabûna qeyûman nîne ku ji bo sepandina îradeya gel bila hilbijartin pêşî li wan bajar û bajorakan bên encamdan.

HDPê siyaseta destdanîna ser şaredariyan wekî helwesteke dijminatî bi nav kir û got, ew dê ti carî qebûl nekin û wan kiryaran ji bîr nekin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herî dawî 15ê Gulanê dest danîbû ser şaredariyên bajarê Sêrt û herdu navçeyên wê Hawêl (Baykan) û Misirce (Kurtalan), bajarê Îdirê û bajarokê Vartînisê yê Mûşê yên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bûn û qeyûm li şûna şaredarên hilbijartî hatibûn danîn.

HDP di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bi dest xistibûn ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin bûn lê belê heta niha 45 şaredarî ji destê HDPê hatine derxistin û li ser wan şaredariyan qeyûm hatine danîn.