image

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekir li ser kiryarên qeyûman, raportek amade kir û li gor raportê, pergala qeyûman ji bo bişaftina Kurdan û têkbirina destkeftiyên Kurdan wek amûrekê hatiye bikaranîn.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi beşdariya hevserokên berê yên şaredariyan ku şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin, raportek li ser kiryarên qeyûman pêşkêş kir.

Raport ji aliyê Hevserokê Berê yê Batmanê yê şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin Mehmet Demîr ve hat pêşkêşkirin. Di raportê de bal tê kêşan ku pergala qeyûmtiyê bi taybetî ji bo bişaftina Kurdan û têkbirina destkeftiyên Kurdan wek amûrekê hatiye bikaranîn û herwiha li dijî jinan û li dijî xwezayê jî hatiye bikaranîn.

Di raportê de tê destnîşankirin, qeyûman di cîhanê de mezintirîn şêlandin pêk anîne ku di dîroka cîhanê de şêlandina herî mezin wek şêlandina Qusay Huseynê kurê Sedam Huseynê ku beriya mudaxaleya Amerîka ji Banqeya Navendî 1 milyar dolar rakiribû tê qebûlkirin; lê qeyûman ji vê jî zêdetir şêlandin kirine û bajar şêlandine.

Hevseroka Berê ya Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî eşkere kir, çavkanî, derfet û pereyên şaredariyan ji dêvla ku ji bo xizmeta gel werin bikaranîn, ji bo polîtîkayên ewlekariyê hatine bikaranîn û avahiyên şaredariyan jî ji bo saziyên derveyî şaredariyan hatine dayîn.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar dike, pergala qeyûman ji bo MHP û Ak Partiyê bûye rêya îstîxdamê.