image

PeyamaKurd – Partiya HEDEPê li ser rûdana li navça Soranê ya Herêma Kurdistanê ku 14 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 7 kes jî birîndar bûbûn, peyamekî sersaxiyê belav kir. Peyama HEDEPê bi Kurmancî di ser hesabê HEDEPê yê Xê de hat belavkirin. Peyama HEDEPê wehaye:

“Li navça Soran a bi ser Hewlêrê, duhî di avahiyekî de şewat derketibû û di şewatê de 14 xwendevan û mamoste jiyana xwe dabûn û 7 xwendekar jî birîndar bûbûn.

Em, xwe hevparê xema wan dizanin. Bila serê xelkê Kurdistanê sax be. Eger di bûyera şewatê de kêmasiya kesan hebe, divê derxin holê û ji wan hesab bipirsin.”