image

PeyamaKurd – Wezareta Plandanana Iraqê daneyên hejmara nîşteciyên Herêma Kurdistanê belav kir û da zanîn, hejmar 5 milyon û 884 hezar kesan derbas kir û nifûsa Herêma Kurdistanê ji %14ê tevahiya nifûsa Iraqê ye.

Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nermîn Marûf destnîşan kir, wî ji Wezareta Plandanana Iraqê di daxwaznameyeke nivîskî de pirsa nifûsa Herêma Kurdistanê kiriye û wezaretê jî bersiv daye.

Dr. Nermîn Marûf eşkere kir: “Li gorî daneyên Wezareta Plandanana Iraqê, nifûsa Herêma Kurdistanê 5 milyon û 884 hezar û 23 kes e. Yanî ji sedî 14ê nifûsa Iraqê pêk tîne.”

Parlamenterê Kurd diyar kir, divê Herêma Kurdistanê di danûstandinên Bexdayê de pişta xwe bispêre van hejmaran, bi taybetî jî di mijara budçeyê de.

Hat ragihandin ku li ser daxwaza Dr. Nermîn Marûf, Wezareta Plandanana Iraqê, di 20ê Îlona 2022an de hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê wiha diyar kiriye:

- Duhok: 1 milyon û 432 hezar û 369 kes

- Hewlêr: 2 milyon û 55 hezar û 448 kes

- Silêmanî (Helebce jî tê de): 2 milyon û 396 hezar û 206 kes.