image

PeyamaKurd - Hejmara şehîdên di encama bombebarana Îranê ya ser navçeya Koyê ya Hewlêrê de gihişte 16 kesan û 34 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hejmara kuştiyên ku îro di encama bombebarana Îranê ya bi ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) de şehîd bûn, gihişte 16an û hemû pêşmerge ne, herwiha 34 kes jî birîndar bû.

Herwiha li gor agahiyan, bombebaran bi şeş moşekan bûye ku ji rojhilatê Îranê ve arasteyî navçeya Koye ya Hewlêrê hatine kirin, sê mûşek rasterast ber kelehê ketiye û mûşekek jî li nêzîkî kampa ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên beşek ji endamên HDK û PDK-Î têde dijîn ketiye.

Herwiha eşkere kir ku tîmeke leşkerî ya Amerîkî li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.