image

PeyamaKurd – Di 8 mehên borî de, 16 kolber li sînorê Banê yê Rojhilata Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin kuştin û 82 jî birîndar bûne.

Rêxistina Mafên Mirova (Hengaw) bi daxuyaniyekê amarên dawî yên kuştin û birîndarbûna kolberên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya Hengawê, 16 kolber ku di nav wan de ciwanekî 17 salî heye; li sînorê Banê ji ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin kuştin. Di heyama 70 rojên borî de jî herî kêm 82 kolber hatine birîndarkirin.

Ji wan 16 kolberan, bi otomobîlê li Resûl Gageşî û Mihemed Letîf Ehmedpûr dane, yên din jî bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar hatin kuştin ku ciwanê 17 salî Farûq Elîzade jî yek ji wan e.

Herwiha hat eşkerekirin, di van demên dawîn de kuştina kolberan li Banê zêde bûye û tenê di heyama 34 rojên borî de, 6 kes ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatine kuştin.