
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytext Hewlêrê bi şanda Amerîkî ya bi serokatiya Berpirsê Bilind ê Karûbarên Berevaniya Amerîka li Iraqê Ernest Teichert re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq û girîngiya hebûna hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin.
Berpirsê Bilind ê Karûbarên Berevaniya Amerîka li Iraqê tekezî li wê kir, Amerîka berdewam dibe bi hevkarîkirina bi hêza Pêşmerge re, ku roleke wê ya bibandor di rûbirûbûna terorê de li navçeyê hebû.
Berpirsê Amerîkî, herwiha pesnê pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybet di Wezareta Pêşmerge de û got, Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke girîng û stratejî ya Amerîka ye li navçe yê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji rewşa nearam a navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê derbirî û tekezî li aktîfkirina mekanîzma hevbeş a ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge de kir, ku zemînê xweş dike ji bo vegerandina armaniyê bo wan navçeyan.