image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sala borî herî kêm 10 girtiyên kurd di nav girtîgehên rejîma Îranê de di bin îşkenceyê hatine kuştin.

Li gorî amarên malpera rêxistina mafên mirovan Hengawê belav kirine,  sala borî herî kêm 17 girtiyên kurd di girtîgehên Îranê de can dane ku herî kêm 10 kes ji wan jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Hatiye diyarkirin ku di nav wan de 3 kes girtiyên siyasî bûn û hîn termê wan teslîmî malbatên wan nehatine kirin.

Hengawê daye xuyakirin ku 4 girtiyên din jî ji ber nebûna doktor û derman mirine, girtiyekî xwe kuştiye, yek ji aliyê girtiyên din ve hatiye kuştin û yek jî sedema mirina wî nayê zanîn.

Li gorî amarên hatine belavkirin, girtiyên can dane herî zêde li nav girtîgeha Urmiyê bûne ku hejmara wan 10 kes bûye.

Herwiha 3 girtî li girtîgeha Kirmaşanê, 2 girtî li girtîgeha Sine û 2 girtîyan jî li nav girtîgeha Îlamê de jiyana xwe ji dest dane.