image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Heşda Şeibî li Şingalê dest bi avakirina lîwayeke din kiriye ku ew hêz ji zêdetirî 2 hezar çekdaran pêk tê.

Parlamenterê parlamentoya Iraqê yê Şingalê Mecîd Sincarî, ji Rûdawê re daye xuyakirin, Heşda Şeibî li Şingalê dest bi avakirina lîwayeka nû kiriye ku welatîyên Şingalê û Erebên Sunî ji bo wê lîwayê tên wergirtin.  

Mecîd Sincarî da zanîn ku lîwaya nû ji zêdetirî 2 hezar kesan pêk tê ku xebatên nav nivîsandin û amadekariyan destpê kirine û hinek ji wan mûçe wergirtine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev pêngava Heşda Şeibî di demeke ku hikûmeta Iraq û Herêma Hurdistanê hewl didin rêkeftina Şingal bicih bikin, hatiye avêtin ku bibe asteng jê re. Berî niha jî li navçeya Şingalê Heşda Şeibî lîwayek ava kiribû û hejmara çekdarên wê zêdetirî 2 hezaran bû. Li gorî rêkeftina Şingalê diviyabû di navbera Hewlêr û Bexdayê de hêzeke polîs were avakirin da ku berpirsiyariya ewlehiya navçeyê bigire ser xwe.