image

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçeya beşdariya Dîyaloga Menama 2021 de, li paytexta Behreyn Mename hejmarek hevdîtin û civînan dê li gel berpirsên cîhanî birêve bibe.

Mesrûr Barzanî di sêyem roja forûma Diyaloga Mename 2021 de, ligel Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Îmaratê Xelîfe Şahîn civiya.

Serokwezîr Barzanî herwiha îro Yekşemê 21ê Mijdarê bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Berevaniyê yê Singapore Zakî Mihemed re jî hevdîtinek pêk anî ku di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhertinên li herêmê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de, bi taybetî di ware bazirganî û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya Singapore di warê abor û birêvebirinê de hatin kirin

Biryara Mesrûr Barzanî îro ligel wezîrê derve yê Behreynê û Yûnanîstanê jî bicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di du rojên borî de beşdarî panelekê bû û gotarek pêşkeş kir û herwiha li gel gelek berpirsên payebilind ên Amerîka, Brîtanya, Almanya û welatên Erebî hevdîtin kirin.

Forûma Dîyaloga Mename 2021 roja 19ê Mijdarê dest pê kiriye, biryare sê rojan berdewam bike. Di forûmê de guftûgo derbarê asayîşa Rojhilata Navîn de têne kirin.