image

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir, ew ê dê operasyonên xwe yên asmanî yên li Iraqê rêk bixin û cihê hejmarek helîkopterên xwe di navbera Binkeya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê û binkeya Hevpeymanan li Hewlêrê biguherin.

Deska Rojnamevanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê do daye zanîn: “Ji bo ku em şiyana hevbeşên xwe zêde bikin, em ê dê wan operasyonên ku di navbera binkeya Hevpeymanan li Hewlêrê û Binkeya Eyn Esed (li Enbarê) rêk bixin. Ev guhertina cihê hêzê jî rê dide hevbeşên me, da ku ewlehiyê li navçeyên xwe bisepînin.”

Deska Rojnamevanî ya Hevpeymaniya Navdewletî herwiha diyar kiriye, di çarçoveya wê rêkxistina hêzê de, hejmarek ji helîkopterên core CH-47 ji Binkeya Eyn Esed ji Enbarê tên veguhestin ji bo binkeya Hevpeymanan li Hewlêrê û hejmarek ji helîkopterên UH-60 ji binkeya Hevpeymanan a li Hewlêrê ve ji bo Binkeya Eyn Esed a li Enbarê tên veguhestin.

Li ser destkarîkirina hejmara serbaz û balafirên cengî li Iraq û Sûriyê de jî, Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kiriye: “Tu guhertinek di vê bareyê de nayê kirin û eva niha tenê rêkxistina operasyonan e.”

Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kiriye: “Ev rêxistin di çarçoveya vê proseyê de ye ku erkê me ji serbazî ve bo şêwirmendî û alîkariya hevbeşên me li Iraq û Sûriyê hatiye guhertin.”