image

Peyamakurd - Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li sînorê çiyayê Qereçûx ê nêzîkî Mexmûrê çekdarên DAIŞê bombardiman kir.

Li gor ragihandina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê êrîşa hevpeymaniyê piştî agahdariyên amadekariya êrîşên DAIŞê rû daye.

Fermandariya Sefîn a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Serheng Ehmed Sedîq ji medya Kurdistanê re ragihand ku êrîşa balafirên hevpeymaniyê îro Şemiyê li saet 08:05an destpê kiriye.

Hat zanîn ku binkeyên DAIŞê yên li newalên Bor, Şor û Biçûk ên sînorê çiyayê Qereçûxê bi tundî hatine bombardiman kirin.

Li gor zanyariyên hêzên Pêşmerge 4 hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê hene û bi qasî 300 çekdar jî li derdora çiyayê Qereçûxê bicîh bûne û Pêşmerge jî ji bo bersivdana êrîşan di amadebaşiyê de ye.