
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, îro 17ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 4 pêketiyên din ên vîrusa korona baş bûne û hejmara giştî ya nexweşên baş bûne gihîştiye 208 kesan.
Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin, 4 pêketiyên din ên vîrusa korona piştî vergirtina çareseriyên bijîşkî bi temamî baş bûne û rewşa wan a tenduristî baş e û testên wan ên dawiyê jî hemû negatîf derketine û da zanîn, hejmara giştî ya başbûyên ji vîrusa korona li Hewlêrê gihîşt 208 kesan.
Dr. Dilovan Mihemed got, “Em spasiya pêbendbûna we dikin bo rênimayiyên xweparastinê û cibîcîkirina rênimayiyan li hember wê vîrusê û misogerkirina kontrolkirina li hember vê şewba cîhanî.
Wî herwiha diyar kir ku ew spasiya westandina temamê bijîşk û karmendên tenduristiyê û temamê hêzên navxwe dikin ku parastin li tenduristiya hemwelatiyan dikin.