image

PeyamaKurd – Îro şanda PDKê di çarçoveya civînên PDKê yên li bajarê Hewlêrê de, serdana binkeyê Tevgera Gorran kir.

Şandeya PDKê ji endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ku Mehmûd Mihemed, Cehfer Êmînkî, Piştîwan Sadiq, Vala Ferîd, Arî Nanekelî, Sasan Ewnî û ji aliyê rêveber û şandeya Tevgera Gorran a di serokatiya Mistefa Seyid Qadir û bi amadebûna Dana Ebdulkerîm, Kiwêstan Mihemed, Bextiyar Ewlî û Kardo Mihemed pêk hatiye û pêşwazî li şandeya PDKê hat kirin.

Armanca civînê behs û gotûbêjên li ser hilbijartinên pêş ên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa siyasî ya Kurdistanê ye ku PDK li gel hemû aliyan gera civîn û danûstandinan daye destpêkirin ku bi wî awayî çareserî ji pirsgirêkên ku heyî re bê danîn e.