image

PeyamaKurd - Rêveberiya Ragihandina Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku şifêrekî yê ku dest dirêjiya seksî li jineke biyanî kiribû hatiye desteserkirkirin.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê da zanîn, şifêrê taksiyê yê bi navê Hemed Heyder 1ê Nîsana 2019an saet 00:55ê şevê li nêzîkî Konsolgeriya Tirkiyê jineke biyanî  li erebeya xwe siwar kiriye û ew ji ser hişê wê biriye û li nêzîkî Beneslawe dest dirêjiya seksî li wê jina biyanî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew kes hatiye desteserkirin û di girtevîdyoyekê de tawanbar li xwe mikur hatiye û ji jina biyanî re gotiye eger ew behsa bûyerê bike wê bi kêrê wê bikûje û gefa kuştinê jî li jinikê xwariye.

Asayîya Hewlêrê diyar kir ku tawanbar piştî rûdana destdirêjiya cindî jinik li cihê bûyerê hiştiye ku wî kesî berê jî destdirêjiya cinsî kiriye.