image

PeyamaKurd – Heyetekî ji Kurdistanê di bin serpereştiya serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Kerîrî de, ji bo hilbijartinên herêma Kurdistanê çû Bexdayê û li ser mijarê bi Bexdayê re, bi komisyona hilbijartinê ya Bexdayê re hevdîtin kir. Berdevkê heyetê Dilşad Şaban ragihand ku komisyona Bexdayê bi her awayî amade ye ku ji bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hevkariyê bike.

Berdevkê heyetê Dilşad Şaban li Hewlêrê civîneka çapemeniyê lidarxist û mijara hevdînên bi Bexdayê re ragihand. Şaban ragihand ku ji bo roja hilbijartinê destnîşan bikin, têkiliyên wan bi komisyona Bexdayê re dewam dikin.

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê hilbijartina meclisên bajaran û wê di 18.11.2023an de bibe. Dilşad Şahab li ser mijarê weha got:

“Me li ser hilbijartina parlementoya Kurdistanê ku di heman rojê de bibe hevdîtin nekir lê komisyona Iraqê hilbijartina Kurdistanê li pêştir digre. Komîsyon ragihand ku ji bo hilbijartina Kurdistanê di nav hevkariyê de bibe, amade ye ku her cûre destekê bide. Em berya her tiştî dixwazin ku hilbijartina Kurdistanê di wextê de bibe û valahiya destûrî ji ortê rabe.

Me bi misyona Neteweyên Yekgirtî re jî hevdîtin kir û misyon got ku ew amade ne destekê bidin hilbijartinan û bi Kurdistanê re hevkariyê bikin.”