image

PeyamaKurd - Fermandarê hêza 80 ya Pêşmerge Necat Elî eşkere kir, bi fermana Serok Mesûd Barzanî pêngavên pratîkî yên girêdana hêza 80 bi Wezareta Pêşmerge ve daye destpêkirin.

Necat Elî ji malpera fermî ya PDKê re diyar kir, “Piştî ku Serok Barzanî ferman da divê hêza 80 bi Wezareta Pêşmerge ve bê girêdan, me dest bi pêngavên pratîkî kirin” û wiha got, “Em dê tevahiya hêza 80 di çarçoveya çend lîwayan de kom bikin û bi Wezareta Pêşmerge ve girêbidin.”

Fermandarê Pêşmerge da zanîn, ji bilî Wezareta Pêşmerge divê ev yek ji aliyê encumena wezîran ve jî were pesendkirin û got, em nizanin dê hêza 80 bibe çend lîwa, lê ya girîng ew e ku dê wek lîwa bên rêxistinkirin.

Li ser hêza 70 ya YNKê jî ku gelo dê ew jî bi Wezareta Pêşmerge ve bên girêdan yan na, Necat Elî got, haya me ji wan nîne û ez bawer nakim vê gavê tiştekî bikin.

Li Herêma Kurdistanê, beşek mezin ji hêzên Pêşmerge û çekdar girêdayî partiyên siyasî bi taybet PDK û YNKê ne.