
PeyamaKurd - Berdevkê hêza bi navê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam Omer ku ew hêz bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye li ser egera êrîşê artêşa Tirkiyê soz da ku ew ê xaka Sûriyê biparêzin.
Wîsam Omer di daxuyaniyeke bo medyayê de got ku artêşa Tirk bi êîişên vê dawiyê yên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê armanc dike rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û li herêmê planên xwe pêk bîne.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Sp li ser topbarankirina artêşa Tirk û çekdaran li eniyên şer û berfirehkirina rûbera topbarankirinê û diyar kir, ev tê wateya binpêkirina peymanên navneteweyî yên Tirkiyê bi dewleta garantor Rûsya re îmze kiriye, ji bo parastina sivîlan û agirbestê.
Omer di daxuyaniyê de soza parastina xaka Sûriyê li dijî êrîşên Tirkiyê da û destnîşan kir: "Niyeta Tirkiyê berfirekirina rûbera dagirkirinê ye.”