image

 PeyamaKurd - Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku îro hêzeke Iraqî gihîştiye nava Şingalê, ku armanca wê hêzê ew e ku Şingal di bin kontrola wan de be û nekeve bin kontrola hêzên Amerîkayê.

Piştî ku hêzeke Amerîkî çûn Şingalê û li derdora wê bicih bûn, îro hêzeke Iraqî jî gihîşt nava Şingalê.

Çavkaniyekê ji Şingalê ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji malpera PDKê re ragihand: “Îro hêzeke Iraqî gihîşt nava Şingalê û heta niha mebesta hatina wê hêzê bi temamî nexuya ye. Ew hêza ku hatiye, bi hênceta parastina ewlehiya bajarê Şingalê derdora bajêr kirine satir û çeper.”

Heman çavkaniyê wiha got: “Lê armanc ji hatina wê hêza Iraqî, ew e ku Şingal di bin kontrola wan de be û nehêlin Şingal bikeve bin destê hêzeke din de. Ew jî piştî ku hêzeke Amerîkî gihîştiye derdora Şingalê û navendên serbazî li wir ava kirine.”

Heşda Şeibî li dijî hatina wan hêzên Amerîkî ye bo Şingalê û çavkaniyekê ji nava Heşda Şeibî ragihand ku ew dibînin hatina wê hêza Amerîka ne ji xêrê re ye.