image

PeyamaKurd – Medya Amerîkî ragihandiye ku hêzên taybet êm Amerîkayê, serdana gundên di bin desthilata HSDê de dikin û alîkariya tendirustiyê pêşkeşî xelkê dikin.

Li gorî nûçeya  medya Amerîkî ku bi zarê Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê hatiye ragihandin, serdanên hêzên taybet ên Amerîkayê, zêdetir bi armanca pêşkêşkirina alîkariya tendirustiyê ye û ew jî ji bo alîkariya HSDê pêk tê heta ku li herêmê aramî zêdetir bibe.

Berpirsên Amerîkî gotine, pêşkêşkirina alîkariyê ji bo malbatan, di rûbirûbûna DAIŞê de ji bo hewlên taybet pêngaveke girîng e.

Berdevkê Operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê Charlies An ragihandiye, hêzên hevpeymaniya navdewletî heta niha bi armanca pêşkêşkirina alîkariya tenduristî serdana çend cihan kirine ku du ji wan serdanan, meha borî li parêzgeha Dêrezorê bûn.