image

PeyamaKurd- Hêzên taybet yên Zerevanî ku bi ser hêzên Pêşmerge ve ne, di bin serokatiya fermandar Ezîz Weysî de çûn payîtexta Fransa Parîsê. Heyeta pêşmerge di bin serokatiya Ezîz Weysî de li Parîsê li caddeya Champs-Élyséesê, li Abîde ya “Leşkerê Bênav” (Arc de Triomphe) tevlî merasimê bûn û meşale vêxistin.

Vêxistina meşaleyê, piştî sala 1923an li Parîsê, bo 1 mîlyon û 500 hezar leşkerên ku di şerê cîhanê yê yekem de jiyana xwe ji dest dane, bo rêzgirtina wan e. Fermandarê giştî yê Zerevaniyê Ezîz Weysî bo Rûdawê weha gotiye:

“Em li ser daweta Fransayê hatin vê derê. Bi Fransayê re dostaniyeka me ya dîrokî heye. Bi vê seredana me, têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê bi temamî bicîhbû. Di dema têkoşîna me ya bi İŞİDê re û piştî wê jî, di krîzan de Fransa desteka xwe ya Herêma Kurdistanê dewam kiriye. Di şerê li dijî İŞİDê de, bi desteka ku daye Pêşmerge xwedî roleka gelek mezine.

Bi Ezîz Weysî re general Behcet Teymus, Behcet Xazî Batkeyî û nûnerê herêma Kurdistanê yê Parîsê Elî Dolemêrî hene.