image

PeyamaKurd - Tevî ku navçeyên Kurdên Êzidî hatine kontrol kirin lê heta niha bêtirî nîva wan venegerane ser navçeyên xwe û di kampan de jî amedekarî ji demsala zivistanê re bo wan tên kirin.

Berpirsyarê Rêvberiya Karûbarên Mirovî li parêzgeha Duhokê dibêjê, ku ewê cilûbergên zivistanê û 200 lîtrên neftê bi ser koçberên Kurdên Êzdî de parve bikin.

Demsala werzê zivistanê nezîk dibe,Kurdên Êzdî jî koçberên kampên parêzgeha Dohokê bûne niha amadekarî ji bo wan tên kirin . Niha li kampê çadirên kevin têne rakirin û li şûna çadirên nû têne danîn. Di heman demê de li hinek cihan jî xanî ji wan re tê çêkirin.

Derbarê vê yekê de Rêveberê Beşa Karên Mirovî li Dohokê Salim Tahîr wiha dibêje: “Em pêşwazî li werzê zivistanê dikin. Pêwîst e di werzê zivistanê de em hemû xizmetguzariyan peyda bikin, xizmetguzariyên weke danîna çadiran nû.Ev jî beşeke pilana me ji bo werzê zivistanê ye. Em cilan û bataniyan jî bo wan peyda dikin û 200 lîtir neftê jî diden her malbatekê” 

Kurdên Êzdî yên di nav kampan de dijîn, van gavan bi erênî dibînin  û di heman demê de jî daxwazê dikin ku zêdetir hevkarî di warzê zivistan de ji wan re were kirin.

Koçberê Kurdê Êzdî Hikmet jî got: “.Zivistan nêzîk dibe û pêwîstiyên me bi nefta sipî, hîter û cilên germ heye .Divê hemû ev pêwîstiyên me bêne peydakirin. Zarokên me ji bo biçin xwendingehê pêwîstiya wan bi cilan û pêlavan heye.”

Beşeke mezin ên Kurdên Êzdî dixwazin vegerin deverên xwe, lê ne ku vegerine cîhekî ti xizmetguzeriyek tê de nehatiye kirin.

Koçberekî din jî got: “Bi rastî em dixwazin vegerine deverên xwe yên azadkirî. Xanîyên  me hilweşîyan, mal û milkên xwe me ji dest daye û em neçarin di kampan de bijîn lê em dîsa jî dixwazin vegerin.

Berpirsên Parezgeha Dohokê tekezî li ser wê yekê dikin, ku alîkariya wan bo peydakirina pedeviyên koçberên Kurdên Êzidî dê berdewam be.