
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser êrîşa Mêrdînê ya qetilkirina 5 welatiyên ji Duhokê yên Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê notaya protestoyê daye Tirkiyeyê û daxwaza zelalkirina bûyerê kiriye.
Rêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîn Mîranê eşkere kir, derbarê kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê de, bi rêya konsulê giştî yê Tirkiyê, yadaştnameyeke nerazîbûnê pêşkêşî Wezareta Derve ya Tirkiyê hat kirin û daxwaza lêkolîn û zelalkirina bûyerê ji hikûmeta Tirkiyeyê hat kirin.
Mîranî ji Rûdawê re gotiye: "Duh, Konsulê Giştî yê Tirkiyê ji bo Wezareta Navxwe hat vexwendin û notayeke protestoyî hat dayîn, bi rêya vê yekê ji bo protestokirina kuştina van 5 welatiyan ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re hat şandin. Me daxwaza ronîkirin û lêkolîna bûyerê kir."
Rêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn, “Li ser bûyerê ji bilî tiştên ku hatine weşandin hê jî ti agahiyek nû nîne.”
Di encama êrîşa şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê otomobîla 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji Duhokê ku ji bo tedawiyê diçûn Diyarbekirê, rastî êrîşeke çekdarî hat û her 5 kes bi guleyan hatin qetilkirin.
Di êrîşê de kesên bi navên; Ehmed Celaledîn Îbrahîm (44 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (75 salî), Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan hatibûn qetilkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê herî dawî ragihandiye ku heta niha 6 gumanbarên bûyera êrîşê hatine girtin û lêpirsîna wan dewam dike.