image

PeyamaKurd - Hikûmeta Kurdistanê “ji bo pêşxistina asta xwendinê bilind” bûrsa xwendinê bo xwendekarên master û doktorayê li derveyî Kurdistanê da sekinandin.

Li gorî zanyariyên berdest, Wezareta Xwendina Bilind a Kurdistanê biryar daye bûrsa xwendina bo xwendekarên ku qonaxên master û doktorayê û qonaxên din li derveyî Kurdistanê dixwînin, bisekinîne.

Wezareta Xwendina Bilind a Kurdistanê daye zanîn, li hember de 5 hezar kursiyên master û doktora û qonaxên din li zankoyên Kurdistanê hatine vekirin.

Li gorî ku wê wezareta hikûmetê ragihandiye, ew biryar bo pêşxistina asta xwendina bilind hatiye dayîn, her wiha pêşiya hederçûna bûdceyek mezin jî tê girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, salane gelek xwendekar bi bûdceya hikûmetê qonaxên bilind yên xwendina xwe li derveyî Kurdistanê dixwînin.