image

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amarên nû yên hilbijartina 10ê Cotmehê ku proseya hejmartina dengan dewam dike, belav kirin. Li gorî encamên nû PDK: 33 kursî, YNK: 17 kursî, Newey Nwê (Nifşê Nû): 9 kursî, Yekgirtû: 3 kursî û Komel: 1 kursî bi dest xistine.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, %5 dengên tevahiya navendên dengdanê li Bexdayê bi destan dijmêre, ev jî wek rêkareke hilbijartinê û dûvçûna giliyan e.

Li gorî amarên dawî hejmara kursiyên aliyên Kurdistanê wiha ne:

Hewlêr:

PDK: 11 kursî

Nifşê Nû: 3 kursî

Hevpeymanî Kurdistanî (YNK û Gorran): 1

Duhok:

PDK: 9 kursî

Hevpeymaniya Kurdistanî: 1 kursî

Yekgirtû: 1 kursî

Silêmaniyê:

Hevpeymaniya Kurdistanî: 7 kursî

Nifşê Nû: 5 kursî

PDK: 2 kursî

Komela Dadgerî: 1 kursî

Kerkûk:

PDK: 2 kursî

Hevpeymaniya Kurdistanî: 3 kursî

Nifşê Nû: 1 kursî

Neynewa (Mûsil):

PDK: 9 kursî

Hevpeymaniya Kurdistanî: 2 kursî

Xaneqîn:

Hevpeymaniya Kurdistanî: 1 kursî

Xurmatû:

Hevpeymaniya Niştimanî: 1 kursî

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ev amarên dengdana giştî ne û hîn kar li ser giliyan dikin û wê piştî 20 rojên din encamên fermî yên dawî bêne ragihandin.