image

PeyamaKurd – Li 7 parêzgehên Kurdistanê wê baran bi bandor be.

Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku tê texmînkirin hewayê wê ewrayî be, piştî nîvro li Erzirom, Erzincan, Agirî, Qers, Îdir, Erdexan û Dersimê wê barana bi navber bibare.

Li herêmê ku tê texmînkirin germahiya hewayê di asayîya demsalî da be, ba wê ji aliyê başûr ve, sivik û car caran jî nerm biweşe.

Germahiya hewayê ya herî kêm bi şev li Erziromê pileyek e, li Erdexan û Qersê 2 pile, li Agiriyê 3 pile, li Erzincanê 4 pile, li Dêrsimê 8 pile û li Îdirê 9 pile ye.

Germahiya herî bilind a ku tê pêşbînîkirin di nava rojê da wê li Îdirê 19 pile, li Agirî û Erdexanê 12 pile, li Qers û Dêrsimê 11 pile, li Erzincanê 10 pile û li Erziromê 8 pile be.

Ji ber ku li herêmê tehlûkeya berfê heye ku li berpalên asê yên ku berf zêde dibarin, hişyar û baldar bin.